منتديات وكالة عفرين للأنباء | AF.N
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.



 
الرئيسيةالبوابةأحدث الصورالتسجيلدخول

 

  Li Kobanê destaneyên li benda nivîsandinê - 1

اذهب الى الأسفل 
كاتب الموضوعرسالة
moderator
المدير الــعــام
المدير الــعــام
moderator


ذكر عدد المساهمات : 182
تاريخ الميلاد : 01/01/1986
تاريخ التسجيل : 01/10/2014
العمر : 38
العمل/الترفيه : مدير مواقع الكترونية
المزاج : ثورة روج آفا

 Li Kobanê destaneyên li benda nivîsandinê - 1  Empty
مُساهمةموضوع: Li Kobanê destaneyên li benda nivîsandinê - 1     Li Kobanê destaneyên li benda nivîsandinê - 1  Emptyالخميس أكتوبر 02, 2014 8:35 am

KOBANÊ – Ji çar aliyan ve hatine dorpêçkirin û bi awayekî hovane êrîş li ser wan têne meşandin. Wijdana cîhanê jî na êşe, kerr û lal bûye. Lê Kobanî tevî derfetên gelekî teng jî, îradeyek mezin nîşan didin û destanan dinivîsin. Apê Mihemed û keça wî Hewlêr e. Hewlêr li eniya şer jiyana xwe ji dest da, Apê Mihemed jî hîn di kozikan de berxwedana rûmetê dide.
 Li Kobanê destaneyên li benda nivîsandinê - 1  1
Çeteyên DAIŞ’ê ev 16 rojin, bi hemû çekên giran û piştevaniya hêzên derve ji 3 aliyan ve êrîşî Kantona Kobanê dikin. Li aliyê Bakûr jî Tirkiyê sînor girtine û nahêle ku alîkarî bê kirin. Li hemberî vê rewşê şervanên YPG/YPJ’ê tevî derfetên kêm jî berxwedaneke bêhempa nîşan didin û dîrokê dinivîsinin.
Lehengiyek din a ku li Kobanê tê jiyandin jî, îradeya gel a li rex YPG’ê ye. Şêniyên bajêr tevî jin, ciwan û pîran li rex şervanan têkoşîna parastina ax û rûmetê dimeşînin.  Di vê berxwedana ku ketiye rojeva gelên cîhanê jî de, destanên li benda nivîsandinê têne jiyandin. Bav bi keça yan jî kurê xwe re, bira bi xwîş û birayên xwe re, mam bi birazî re, xal bi xwarzî re di heman eniyan de şer dikin û banga wijdanan dikin.
Yek ji van jî Apê Mihemed ê 53 salî û keça wî Hewlêr e. Apê Mihmed bi êrîşên çeteyan re tevlî berxwedanê bûye. Keça xwe Hewlêr bi destê xwe tevlî refên YPJ’ê kiriye. Hewlêr li eniya başûrê Kobanê di şer de jiyana xwe ji dest dide. Ew bixwe jî hîn di kozikan de berxwedanê didomîne.
Me jî xwest ku vê berxwedanê di cih de bibînin û destana hatiye nîşandin ragihînin cîhanê. Lew jî em ketin riya eniya rojava. Her kesî li wir qale apê Mihemed û keça wî Hewlêr dikir. Meraqa ka ev zilam kî ye û çi meseleya Hewlêrê ye ez gihandim gel Apê Mihemed.
Li çeperkê 3 welatî û 2 şervan bi hev re diman, ji min re gotin apê Mihemed cihê xwe bi wan re digre. Min gazî kir "Apê Mihemed", Kalemêrekî rû qurmiçî, por sipî, bi rih û bi toza çeperê xemilî dorbîn ji ber çavên xwe danî û bersiva banga min da. Tevî temenê mezin bi disiplînekê cihê xwe da hevalê li rex wî û bi tegereke ciwantiyê çeka xwe hilgirt û hat gel min. Dema zanibû ez çîroka wî û Hewlêrê meraq dikim. Destê xwe avête ser milê min û cihên çeteyên DAIŞ`ê yên li pêşberî çepera wan bi dorbînê arastî min kirin. Eniya li wir bi min da nasîn. min nedizanî ji bo çi wisa dike, lê li benda benda berisvê mam.
Em li cihekî bi ewle runiştin û Apê Mihemed wisa dest pê kir: "Rojekê fermandariya eniya rojavayê Kobanê gazî min kir. Li gel fermandariyê, fermadarê eniyê ji min re got "Ma tu Hemê Xelo bavê Hewlêrê yî", Min agahiya wî piştrast kir. Ji min re behaneyek got ji bo ez dakevim bajêr. Li navenda bajêr li Mala Gel hevaleke jin hat pêşiya min. Dema wê dît ez tevî çeka xwe ketim hundir yekser pirsî tu ji ku tê yî, ji kîjan eniyê, min jê re got ez ji çeperan têm, xwe tevlî min kir û got ez ê mizgînekê bidim te apo. Min fêm kir ew dixwaze çi bêje û min jê re got bila serê hemû gelê Kurd û mirovên bi şeref û azadîxwaz saxbê, ew keça vî welatî ye, qurbana azadiya vî welatî ye".
"Di birqîna çavên Hewlêrê de eşqa azadî û ji bo wê şoreşgertî hebû"
Bi destpêkirina şerê Kobanê re Apê Mihemed cihê xwe di nava eniya rojava de digre. Wî diyar kir ku keça wî ji rakirna wî ji çekê re bi bandor dibû, jê re digot "Ez ê jî bi te re dakevim çeperan, min tiştek ji vê dunyayê fêm nekir, ez dizanim ev rêk riya rastî û ronahiyê ye". 
Rojekê Hewlêr diçe gel bavê xwe jê re dibêje, ez ê biçim perwerdeyê. Bav di çavên wê de xwesteka şoreşgertiyê dibîne. Roja du wê di şerê Degiramnê de welatiyek ji gundê wan "Mihemed Gulî " ku bavê bavê 7 zarokan bû jiyana xwe ji dest dide. Roja 19`ê Tîrmeha 2013`an de, di merasîmên sersaxiya wî de, Apê Mihemed destê keça xwe digre û tevlî nava refên YPJ`ê dike. Apê Mihemed li ser wê rojê wisa got: "Di birqîna çavên Hewlêrê de eşqa azadî û ji bo wê şoreşgertî hebû, min bi destê xwe ew da vê jiyana bê mirin, min destê xwe li piştê da û jê re got "Tu şêra Kurdistanê yî xwe wek egîd bibîne".
Hewlêr piştî perwerdeya leşgerî di nava refên YPJ`ê de cih digre û tevlî eniya başûrê herêma Kobanê bû, bav jî li eniya rojava dima.
Apê Mihemed, bi keserekê bersiva pirsa "Tu di eniyê de li ser keça neditirsyayî, te jê re nedigot hay ji xwe hebe, bila tiştek neyê serê te? Apê Mihemed wisa got: "Destpêkê şehadet pir şîrîn e, destê her kesî nakeve.Min berê şehadet dîtiye, di 94`an de rêhevalekî min "Umer" ku bavê 6 zarokan bû şehîd ket. Bi şehadeta wî re min riya Rêber Apo nas kir, bi naskirina vê riyê re min nas kir xwediyên vê axê û vî welatî kî ne. Yanê eger ez, keça min, mirov û gundiyên min nekin, wê kî xizmeta vî welatî bike. Dema ez diçûm malê ez pê dihesiyam ku ruhek di vê malê de kêm e, nefesên Hewlêrê kêm in, ew cîgere, lê dema ez vefigeriyam çeperên xwe û min ev keçên YPJ`ê li dora xwe didîtin û qehremaniya wan min ferq dikir, her yek li pêş çavên min Hewlêrek bû, ji bo vê Hewlêrên min ne yek û du bûn, min ji hemuyan re heman gotin digot, keçên min hay ji xwe hebin, bila tiştek neyê serê we".
Bavo, bawer im rojekê di van çeperan de em ê bên gel hev
Ez ketim gelek şeran, li gelek gundam min ber xwe da, di wan çeperan de, dîtina jinên YPJ`ê hêz û moralek dida min, min hêza Hewlêra xwe ji wan digirt.
Ez gelek caran çûm serdana Hewlêra xwe di eniyê de, gelek caran min pêşniyar kiribû ku li eniya wê û nêzî çepera wê ez vê re bisekinim û vê re şer bikim, ne ji tirsa li ser wê, ne ku min dixwest ku wê biparêzim, tam berovajî min dixwest ji hêza wê hêz bigrim, ji ruhê wê hêviyên pêşeroja geş ku wê ji xwe re saz kiribû bigrin. Gelek caran ez lê geryam min jê re got "keça min cihê xwe ji min re diyar bike, bavê te bê gel te, di çepera te de bisekine", cara dawî ji min re got "Bavê min ma tu hîna diçî çepera xwe?" min jê re got "erê", got "bijî ji te re, rojekê em ê di van çeperan de rastî hev bên, tu yê bibînî, ez bawer im rojekê ez û tu emê bên gel hev".
"Ez bikim nekim ew cîgera min e, ez carna pê diêşiyam. Di wan kêliyên zeîfiyê de min hema çeka xwe radikir û berê xwe dida çepera xwe, min di nav wan şervanan de êşa xwe ji bîr dikir".
Bi riya Kobanê Fm me silav ji hev re rêdikir
Rojekê li ser pêlên radyoya Kobanê Fm, Hewlêrê ji min re slav rê kirin û straneke şoreşgertiyê diyarî min kir û got" Di van çeperan de ez û bavê xwe bûn şervan", min yekser silavên wê bersivand. Wê demê min li ser pêlên radyoyê ji keça xwe re got "Xwedê û xweza parêzvanên we bin şervanên Azadiyê"
Şehadeta Hewlêrê piştî 53 salan çavên min li dunyayê vekirin
Apê Mihemed li valahiyê meyze kir û çîroka xwe domand: "Bi şehadetê Hewlêrê re çavên min piştî 53 salan nû li dunyayê vebûn, ez êdî ronahiya rastiyê dibînim û bi heqîqetên jiyanê re jiyan dikim. ev 4 roj in ji nû ve ez vejiyame.
Ez êdî bi êşa Şengalê hîs dikim, li ber wê jî hîs dikim ku amedî bi êşa Kobanê hîs dikin, şengalî bi ruhê amedê jiyan dikin û her wiha, ez bi yekbûna Kurdistanê hîs dikin.
Min 2 caran eniya Hewlêrê maç kir
Di berxwedaniya li gundê Êdiqê yê li başûrê herêma Kobanê de, Hewlêr di 24`ê Ilûnê şehîd ket.
Apê Mihemed li ser şehadeta Hewlêrê wisa axivî: "Li nexweşxanê termê wê min dît. Min ew xiste hembêza xwe û 2 caran min eniya şoreşgera xwe ramûsand.  Min jê re got "Biçe bavê min bila oxira te vekirî be ji min re Umer silav bike, ez ê jî li du te bêm, çeka te rakim û heya dilopa dawîn şer bikim, ji bo jiyana ku te dixwest tê bikoşim û min ew sparte goristana Şehîd Dijle".
min dixwest mil bidim mile Hewlêrê û vê re şer bikim
bi axînekê û hêviyekê nîvça mayî, Apê Mihemed bersiva pirsa "Te dixwest bi Hewlêrê re şer bikî?" da û ev gotin gotin: "Min çiqas hêvî dikir mil bidim milê Hewlêra xwe, hêviyên wê bi cih bînim û vê re pêşeroja wê jiyan bikim, lê min nedît ev roj, felekê nehişt, lê dîsa jî ez pê serbilind û kêf xweş im, ji hewlêra min wê bi hezaran Hewlêr çê bibin. Hewlêr keça vê axê û vî welatî ye.
NAZDAR EBDÎ
(aq)
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
https://afrinnews.yoo7.com
 
Li Kobanê destaneyên li benda nivîsandinê - 1
الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1
 مواضيع مماثلة
-
»  Li Kobanê destaneyên li benda nivîsandinê - 3
»  Balefirên şer rojhilatê Kobanê bombebaran kir
»  YPG: Li Kobanê 67 çete hatin kuştin
»  Şandeya Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû
»  Beriya şehadetê bi saetan: Kobanê nakeve

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
منتديات وكالة عفرين للأنباء | AF.N  :: Beşê Kurdî :: Beşê Mijarên Kurdî-
انتقل الى: