منتديات وكالة عفرين للأنباء | AF.N
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.



 
الرئيسيةالبوابةأحدث الصورالتسجيلدخول

 

  YPG: Li Kobanê 67 çete hatin kuştin

اذهب الى الأسفل 
كاتب الموضوعرسالة
moderator
المدير الــعــام
المدير الــعــام
moderator


ذكر عدد المساهمات : 182
تاريخ الميلاد : 01/01/1986
تاريخ التسجيل : 01/10/2014
العمر : 38
العمل/الترفيه : مدير مواقع الكترونية
المزاج : ثورة روج آفا

 YPG: Li Kobanê 67 çete hatin kuştin  Empty
مُساهمةموضوع: YPG: Li Kobanê 67 çete hatin kuştin     YPG: Li Kobanê 67 çete hatin kuştin  Emptyالسبت أكتوبر 04, 2014 6:22 pm

NAVENDA NÛÇEYAN - Navedana çapemeniya YPG’ê encama şer û pevçûnên hersê eniyên Kobanê yên şevê din rûdayin ragihand. Di encamê de 67 çete hatin kuştin, tangek hat rûxadin. Navendê her wiha destnîşan kirin ku li gundê Mebrûka ya Serêkaniyê 2 çete hatine kuştin.
 YPG: Li Kobanê 67 çete hatin kuştin  C
 Navedana çapemeniya YPG’ê bi daxuyakiyekê encama şerê 24 seatê dawî yên hersê eniyên Kobanê ragihand. Şer û pevçûnên 15’ê îlonê li hersê eniyên Kobanê despêkirin, di roja 19’emin de berdewam dike, çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran dixwe û nikarin pêş bikevin. Li gorî maplera fermî ya YPG’ê daxuyani wiha ye:
“Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 19. de jî dewam kirin. Çeteyên DAIŞ'ê hedef dikirin ku nimêja cejna qurbanê li Kobanê bikin û ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe û bi sewqkirina çekên giran, êrîşên xwe yên herî berfireh pêk anîn. Pêşveçûna çeteyên DAIŞ'ê ya ber bi navenda bajêr hatiye rawestandin û hêzên me derbeyên mezin li çeteyan dan.
Çeteyên DAIŞ'ê li hemberî gundê Miştenûr û derdorê yê li başûrê Kobanê şevê din du caran ji çar aliyan ve êrîş kirin. Piştî ku ev êrîş hatin şikandin çeteyan, vê sibehê êrîşa xwe ya sêyemîn pêk anîn. Di şerê li vê derê de, li ser rêya Helebê tangek çeteyan ji aliyê hêzên me ve hat rûxandin.
Çeteyên ku li derdora gungê Helincê jî êrîş kirin, rastî bersiva tund a şervanên me hatin.
Çeteyên DAIŞ'ê di heman wextê de, li eniyên rojhilat û rojava jî êrîş kirin û ev êrîşa wan hat têk birin. Topbarana ji eniyên rojhilat û rojava jî bê navber dewam dike.
Li her sê eniyan, şevê din bi qasî tespîtên ku hêzên me kirine, 67 çete hatin kuştin.
Di serî de Miştenûr, li sê eniyan, li noqteyên cûda şerê dijwar dewam dike.
Di şerê şevê din de, 6 şervanên YPG û 4 şervanên Burkan El Firat, ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolek mezin leyistin û bi biryardarî û îradeyek mezin, mil bi mil şer kirin û şehîd bûn.
Li gundê Mebrûka ya li başûr-rojavayê Serêkaniyê jî çeteyên ku xwestin êrîş bikin rastî bersiva şervanên me hatin. 2 çete hatin kuştin û êrîş hat têk birin.”
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
https://afrinnews.yoo7.com
 
YPG: Li Kobanê 67 çete hatin kuştin
الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1
 مواضيع مماثلة
-
»  Li Kobanê destaneyên li benda nivîsandinê - 1
»  Balefirên şer rojhilatê Kobanê bombebaran kir
»  Li Kobanê destaneyên li benda nivîsandinê - 3
»  Şandeya Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû
»  Beriya şehadetê bi saetan: Kobanê nakeve

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
منتديات وكالة عفرين للأنباء | AF.N  :: Beşê Kurdî :: Beşê Mijarên Kurdî-
انتقل الى: