KOBANÊ - Şervana YPJ'ê Viyan Rustem di roja merasîma tekoşer Viyan Amara de navê Viyan û çeka wê rakir û bi hêviya buyîna fermandareke şer gavên leşgertiyê avêtin. Viyan piştî jiyankirina pêşengtiya jina azad û fermandarîtiyê li eniya rojavayê Kobanê jiyana xwe jidest da. Yek ji gotinên wê ku dikarin wijdana mirovahiyê bihejînin ev e: "Eger mirin be jî, bila ji bo afrandina jiyanê be."
Bavê wê çeka Viyan Amara xiste destê wêDi 26`ê Tîrmeha 2013`an de di şerê li Girê Spî mamosteya zimanê Kurdî Viyan Amara jiyana xwe ji dest da. Di merasîmên oxirkirina têkoşer Amara de, bavê Viyan Rustem çeka tekoşer Viyan hilda û keça xwe (Viyan) tevlî nav refên YPJ`ê kir. Wê rojê Viyan li pêşberî gel got: "Viyan bû xwedawenda me, êdî ez ê ji bo hêviyên şehîd Viyan têbikoşim, ji bo pênûsê û ji bo çekê jî amade me."
Di wê rojê de navê Viyan û çeka wê rakirBeriya wê Viyanê mamostetiya zimanê Kurdî dikir, xebatên di nava xwendekaran de di Konfdresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz û xebatên perwerdehiyê di akademiya perwerdeya xweser a jinan 'Akademiya Şehîd Şîlan' bi rêve dibirin.
Bi hêviya buyîna fermandareke şer gavên leşgertiyê avêtinArmnaceke Viyanê ya pêşxistina her jinekê di nav qada bîrdozî de hebû, ji bo wê jî wê xebatên perwerdehiyê bi rêve dibirin. Lê heya astekê êdî dît ku ew têrê nake. Li gorî nêrîna wê êdî pêwîstî bi leşgertiyê heye.
Rêhevala Viyanê ya bi navê Aştîxwaz eşqa Viyanê ji leşgertiyê re bi vê buyerê re anî ziman: "Dema şerê li Girê Spî yê rojhilatî herêma Kobanê destpê kir, me herduyan israr kir ku em biçin eniyê lê nedihat qebûlkirin. Rojekê em bêyî destura rêveberiya xwe bi hevre li tirimpêleke YPG`ê siwar bûn û em çûn eniyê. Li wir me herduyan çekeke xwe rakir û çûn gel fermandariya wê eniyê. Tevî ku her kesê li wir em rexne kirin û fermana vegerê dan me, lê em herdu jî 4 rojan li eniyê man. Şevekê ji bo nobedariyê em herdu ji seat 2 heya 4`ê sibehê derketin ser tepeyekî. Min dorbîn digrt û wê jî çek rakir, me li wir li gorî zanebûna xwe hev temam dikir. Dema nobeta me xelas bû em di xaniyekî de li ber pencereyekê runiştin çîroka xwe ji hevre got. Wê rojê wê ji min re got 'Ez ê rojekê bibim fermandareke YPJ`ê, ez ê şaştiyên heyî jî derbas bikim". Ji hevaleke fermandar pir bibandor bibû."
'Min digot tu yê bibî bavê şehîdan, lê îro ez bûm keça şehîdan'Di 11`ê Mijdara 2013`an de bavê Viyan ê bi navê Osmanê Hesen di teqîna ku Heyva Sor a Kurd hedef girt de jiyana xwe ji dest da. Di merasîma oxirkirina bavê wê de Viyanê got: " Min digot tu yê bibî bavê şehîdan, lê ez bûm keça şehîdan". Ji wê gotinê fermandareke YPG`ê got 'Ew keç dê di demeke kurt de bibe fermandareke YPJ`ê."
Êdî fermandartî jiyan dikirAştîxawaz serpêhateyên xwe bi Viyan re wiha dom kirin: "Ew êdî bubû fermandara girûpeke leşgerî. Min ji bo bernameyek xwe dixwest ew wekî şervanekê deng bike, û jiyana şervanên nû vebêje, lê tevî gelek hewldan jî wê wekî fermandaran jiyana şervanên xwe vedigot, tu carî behse xwe nekir, her digot şervanên min wisa jiyan dikin, wisa fêr dibin û şervantî jî wisa ye. Wê demê min pê hîs kir ku êdî ew fermandartiyê jiyan dike."
'Eger mirin be jî, bila ji bo afrandina jiyanê be'Di nava jiyana şervantiyê de viyanê her berpirsyartî radikir û xwe wisa fermandar didît. Destên wê her li ba bûn, di ken û di qehrê de. Ji bo şervanên jin sert nêz dubû, digot ew şervan pêwîste cidiyetê bibînin û bi heqîqetên jiyanê re jiyan bikin."
Dema dikeniya gepên wê sor dubûn, dema direviya guliya wê ya dirêj û reş li pey wê difirya. Ez ê çawa wê bînim ziman nizanim. Pêwîste her kes Viyanê bibîne, û di xeyalên xwe de wêneyeke Viyanê saz bike.
Ew kesayeteke bi hêvî bû. Wê dikarîbû hêza xwe hemû ji bo pêkanîna hêviyên xwe bikar bîne. Cideyeta wê ew bi lez pêşve dibir. Di çavên wê de agirek geş dubû. Digot 'Em ê rojekê bighêjin ronahiyê. Wê her digot 'Rojekê ev welat û jinên vî welatî dê bibin nimuneyeke azadiyê. Ez ê ji bo vê têbikoşim'. Ji bo jiyanê eşqeke wê ya bêhempa hebû. Wê ji vê re digot 'Eger mirin be jî, bila ji bo afrandina jiyanê be'."
Di şerê li eniya rojavayê Kobanê, Viyan di çalakiyeke li gundê Siftekê de tevî 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da.
NAZDAR EBDÎ