KOBANÊ - Bi boneya Cejna Qurbanê û piştgiriya Berxwedana Rûmetê ya Herêma Kobanê şandeyek ji partiyên HDP’ê û DBP’ê yên Bakurê Kurdistanê û Endamê KCD’ê Seydî Firat, îro derbasî herêma Kobanê bû.
Bi boneya Cejna Qurbanê û bi armanca piştgirya berxwedana gelê Kobanê li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê, îro şandeyek ji partiyên HDP’ê û DBP’ê yên Bakurê Kurdistanê ku ji Hevseroka HDP’ê Fîgen Yoksekdax, Perlemanterê HDP’ê Artogrur Kurkçu, Îbrahim Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Faysal Sari Yildiz, Kemal Aqtaş, Sebahet Tuncel, Hevşaredarê bajarê Amedê Gultan Kişanak, Perlemanterê HDP’ê Kemal Aktaş, Endama Meclîsa Hemdem a Kongra Civaka Demokratîk (KCD) Seydî Firat û gelek rojnamevan çûn serdana herêma Kobanê.
Şande îro di saetê vê sibê de di deriyê sînor ê Murşd Pinar re derbasî herêma Kobanê bûn. Şande ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kobanê Enwer Muslim û gelek wezîran ve hate pêşwazîkirin.
Şande li gel endamên Hikûmetê derbasî Navenda Hikûmeta Herêmê bûn û li vir civînek li dar xistin. Di civînê de herdu aliyan geşedanên dawî yên herêmê û bi taybet êrîş û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêmê gotûbêjkirin. Herdu aliyan berxwedana gelê Kobanê û şervanên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku hemû nirxên mirovahiyê binpê dikin, silav kirin. Di civînê de her wiha paşguhkirina civaka navnetewî ji kiryarên çeteyên DAIŞ’ê re li dijî welatiyên herêmê şermezar hate şermezarkirin.
Piştî hevdîtinên di navbera herdu aliyan de, Sebahet Tuncel û Artugrur Kurkçu ji ANHA'yê re axivîn.
Artogrur Kurkçû wiha got: "Çeteyên DAIŞ'ê tevî ku bi hemû cureyên çekên giran ji beriya 20 rojan ve êrîşî Kobanê dikin, nekarin li hemberî berxwedana gel pêşde biçin. Ev ji bo me cejna herî mezin e. Di vê hevdîtinê de hikûmet û gelê herêma Kobanê îsbat kirin ku berxwedana wan bêhempa ye û ew moralê ji vê berxwedana dîrokî digrin. Bila hemû cîhan bi heyrana Kobanê bin. Divê hemû hêzên navnetewî pişgiriya vê berxwedanê bikin."
Ji aliyê xwe ve Sebahet Tuncel wiha anî ziman: "Serkeftina kobanê ji bo jin û karkerên cîhanê serkeftina herî mezin e. AKP'ê dibêje ku nahêle Kobanê bikeve, lê ev tenê peyv û gotin in. Hikûmeta AKP'ê heta niha piştgiriya Kobanê nekiriye û hê jî piştgiriya çeteyên DAIŞ'ê dike. Li şûna pişgiriyê rexne li Partiya Yekîtiya Demokratîk dike. Koalîsyona Navnetewî gelekî dereng ma. Hêzên navnetewî piştgiriya DAIŞ'ê kirin û wê gihandin vê asta niha têde ye. Ji misogerkirina pêşeroja gelan divê dawî li DAIŞ'ê were."
Piştre şande di deriyê sînor ê Kobanê re vegeriya bakûrê Kurdistanê.
(ekîp)