KOBANÊ – Li eniyên rojhilat, başûr û rojava yên Kantona Kobanê pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li gelek cihan bi dijwarî dom dikin. Di pevçûnan de tangek hate rûxandin û gelek çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêmên şer ragihandine, li gundên Alpelur û Seftikê yên dikevin eniya rojavayê Kobanê û li gundê Helincê û derdora çiyayê Miştenûr ên li rojhilatê Kobanê şer û pevçûn di van saetan de jî dom dikin.
Nûçegihanan diyar kirin ku di van pevçûnan de bi dehan çete hatine kuştin, lê agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Di pevçûnên li gundê Helincê de jî tangek çeteyan hate rûxandin.
Li eniya başûr jî li gelek cihan pevçûn bi dijwarî didomin.
(ekip/aq)