NAVENDA NÛÇEYAN – Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û piştgiriya berxwedana YPG’ê wê roja şemiyê li ber avahiya Yekîtiya Ewropayê (YE) çalakiya ku dê 2 rojan dom bike, bide destpêkirin. Hevgirtinê bang li hemû rewşenbîran kirin ku tevlî çalakiyê bibin.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Ev demeke dirêj e ku hêzên tarî, bi serkêşiya DAIŞ’ê, bajarê Kobanê dorpêç kirine û di van rojên dawiyê de bi çekên giran û bi hêzeke mezin berê xwe dane Kobaniyê û dixwazin wê dagîr bikin.
Li ber çavê hemû cîhanê, roj bi roj metirsiya dubarekirina tirajediya Şengalê li Kobanê zêde dibe. Pêre jî pêdiviya Kobaniyê bi tevgereke bilez heye da ku rê li ber jenosîdê û tevkujiyan bê girtin.
Di vê çarçoveyê de, ji bo şermezarkirina xemsariya hêzên navneteweyî û daxwazkirina mudaxeleyeke lezgîn ji bo parastina Kobanî, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, li pêşiya avahiya Yekîtiya Ewrupayê li Brukselê çalakiyeke pirotestoyî lidar dixîne. çalalakî wê roja şemiyê, demjimêr 10.00’ê sibehê dest pê bike û wê du rojan dewam bike.
Em bang li hemû rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê dikin da ku berê xwe bidin konê çalakiyê, yê ku wê li hemberî avahiya Yekîtiya Ewrupayê li Brukselê bê vegirtin.
Werin em bi hev re piştgiriya berxwedana zarokên Kobaniyê bikin û dengê wan bigihînin navendên biryargirtinê yên Ewrupayê.
Werin em bi hev re daxwaza destlêwedaneke leşkerî li dijî DAIŞ’ê yên ku Kobanî dorpêçkirine, bikin.
YPG û YPJ hêzeke ku di ber Kobanî û di ber nirxên hemû mirovayetiyê de şer dikin, hêjayî xurtkirin û biçekkirinê ne.
Werin em bi hev re doza bihêzkirina wan bikin û berxwedana wan û ya hemû berxwedêrên li Kobanî û Şengalê, silav bikin.”
(aq)