DÊRIK - Welatiyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û deverên Koçeran û Aliyan sersaxiya malbatên têkoşerên YPG’ê Çekdar Dêrik û Xebat Çemçelek ku 27’ê îlonê di berxwedana bajaroka Cezaayê de jiyana xwe ji dest dabûn, xwestin.
Bi sedan welatiyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê û deverên Koçeran û Aliyan diçin serdana konê sersaxiyê ya têkoşerên YPG’ê Çekdar Dêrik û Xebat Çemçelek ku 27’ê îlonê di berxwedana bajaroka Cezaayê li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn û sersaxiya malbatên wan dixwazin.
Konê sersaxiyê li Qada Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Dêrikê hatibû vegirtin. Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê YPG’ê Mihemed Ebûd, li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Merwan Koçer, Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Telaat Yûnis, Serokê Meclîsa gundê Rimêla Paşa Mihemed Berho, li ser navê malbata têkoşer Xebat Çemçelek bavê wî Hebeş Mihemed û li ser navê têkoşer Çekdar Dêrik bavê wî Ehmed Hacî axivîn.
Axaftvanan bal kişandin ser rola şehîdan di avakirina civakeke azad û demokratîk de û dane zanîn ku bi riya fedakariya ciwanên herêmê ji bo welat xwîna Kurd û Erebên herêmê kir yek. Her wiha berxwedana rûmetê ya herêma Kobanê silav kirin.
Nasnameya herdu têkoşeran wiha ne:
Nav: Hemze Mihemed
Nasnav: Xebat Çemçelek
Dayîk: Fehîme
Bav: Hebaş
Dîrok û cihê ji dayîkbûnê: Dêrik
Dîroka tevlîbûnê: 2014
Dîrok û cihê şehadetê: Cezaa 27-9-2014
*****************
Nav: Çekdar Hacî
Nasnav: Çekdar Dêrik
Dayîk: Xaliye
Bav: Ehmed
Dîrok û cihê ji dayîkbûnê: Dêrik – gundê Hesanî
Dîroka tevlîbûnê: Dêrik 2014
Dîrok û cihê şehadetê: Cezaa 27-9-2014
(jh)