منتديات وكالة عفرين للأنباء | AF.N
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.



 
الرئيسيةالبوابةأحدث الصورالتسجيلدخول

 

  Beriya şehadetê bi saetan: Kobanê nakeve

اذهب الى الأسفل 
كاتب الموضوعرسالة
moderator
المدير الــعــام
المدير الــعــام
moderator


ذكر عدد المساهمات : 182
تاريخ الميلاد : 01/01/1986
تاريخ التسجيل : 01/10/2014
العمر : 38
العمل/الترفيه : مدير مواقع الكترونية
المزاج : ثورة روج آفا

 Beriya şehadetê bi saetan: Kobanê nakeve  Empty
مُساهمةموضوع: Beriya şehadetê bi saetan: Kobanê nakeve     Beriya şehadetê bi saetan: Kobanê nakeve  Emptyالسبت أكتوبر 04, 2014 6:25 pm

KOBANÊ - Beriya ku jiyana xwe jidest bide bi çend saetan me li eniya rojava herêmê hevpeyvîn pêre kir. Wê demê wiha ji me re got: "Ez aşiqê azadiyê me û tu caran koletiyê qebûl nakim. Heta ku ez sax bim Kobanê nakeve. Eger ez şehîd ketim jî wê demê ez ê sax bim û Kobanê nakeve."
 Beriya şehadetê bi saetan: Kobanê nakeve  1
Ev 20 roj in herêma Kobanê rastî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tê. Çete di êrîşan de tank, top û hemû cureyên çekên giran bikar tînîn.
Me saet di 11.00'an de bi tirimpêlekê berê xwe da eniya rojavayê herêma Kobanê. Piştî ku em gihiştin xeta parastinê. Ji ber ku çeteyan sekvanên xwe li her derê bicih kiribûn, me nema karîbû bi tirimpêlê pêşde biçin. Li wê derê şervanekî YPG'ê ji me re got: "Sekvanên çeteyan rê hedef digrin û ev yek ji bo we xeteriyeke mezin e. Eger hûn bixwazin bigihêjin xeta pêşî em ê şervanên xwe bi we re bişînin da ku parastina we bikin."
Hin şervan bi me re hatin. Wan ji me xwestin ku em jî wekî xwe ji sekvanên çeteyan biparêzin. Bi wan re em bi meşê nêzî yek km di xendekan re derbas bûn.
Em gihiştin eniya pêş û min yekser berê xwe da yekemîn xendeka ku min dît. Li xendekê pîremêrekî klaşînkov di dest de û rextê leşkerî lê bûn hebû. Ji ber ku di saetên şevê de cemed çêdibe û ji ber wê jî cilê qalind ên zivistanê lê bûn.
Ji çavên wî çirûskên berxwedanê û li ruyê wî jî bandora salên dirêj û dijwar diyar dikirin. Desmaleke sor li serê wî bû. Wê demê min ji xwe pirsî "Gelo ev zilam dikare şer bike?". Di dema min ev pirs ji xwe dikir wî di nava çend saniyan de şêwazê sekna xwe guhert. Ew tenê ji bo pirsyara min bersiv bû.
Wî me dît ku alavên çapemenî û wênekêşiyê bi me re ye. Pir kêfxweş bû û pêşwaziya me kir. Wî ji me xwest ku em baş xwe  biparêzin û ji sekvanên çeteyan haydar bin.
Temenê wî 50 sal e, navê wî Remezan Col Beg e, ji gundê Col Beg ê li rojavayê herêma Kobanê ye. Ew bi xwe ne şervanekî YPG'ê bû, lê ji bo parastina xaka xwe ji destê çeteyan berê xwe da eniya pêşî.
Ji me re wiha anî ziman: "Ji roja destpêkê ya êrîşên li dijî herêma Kobanê ve min çeka xwe hilgirt û berê xwe da xendekên namûs û rûmetê."
Remezan dibêje: "Ez kurê vê xakê û ji gundê Col Begê me. Ez tu caran vê xakê bernadim û nakevin kampên kesî. Ez kurê netewa xwe me. Ez aşiqê azadiyê me û tu caran koletiyê qebûl nakim. Mirina li xaka welat xweştir e ji jiyana li kampên xelkê."
Remezan Col Beg li hemberî çeteyan şer dikir. Çavên wî li aliyê şer bû û di heman demê de bi me re daxivî. Tişta herî balkêş ji axaftinên wî ev bû "Kobanê nakeve. Ez namirim ji ber ku ez şehîd bikevim jî ez ê sax bimînim. Heta ez sax bim jî Kobanê nakeve."
Di wê demê de şer û pevçûn li eniya pêşî dijwar bûn. Apê Remezan ji me xwest ku xeterî heye û me xwest ku em ji eniyê dûr bikevin. Hin şervanên YPG'ê bi me hat dîsa hatin heta ku em gihişt xeta parastinê ya paşî ku tirimpêla me lê ye.
Em siwar bûn û berê xwe da bajar. Roj li ber ava bû. Tenê çend saet derbas nebubû, lê me bihîst ku Apê Remezan ku me pêre hevpeyvîn çêkir, jiyana xwe jidest da.
DICLE EHMED
الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
https://afrinnews.yoo7.com
 
Beriya şehadetê bi saetan: Kobanê nakeve
الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1
 مواضيع مماثلة
-
»  Li Kobanê destaneyên li benda nivîsandinê - 1
»  Balefirên şer rojhilatê Kobanê bombebaran kir
»  Li Kobanê destaneyên li benda nivîsandinê - 3
»  YPG: Li Kobanê 67 çete hatin kuştin
»  Şandeya Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê bû

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
منتديات وكالة عفرين للأنباء | AF.N  :: Beşê Kurdî :: Beşê Mijarên Kurdî-
انتقل الى: