KOBANÊ - Bi armanca nimêja Cejna Qurbanê, Endamên Hikûmeta Herêma Kobanê, saziyên civaka sivîl û bi sedan welatiyên bajarê ji berbangê ve berê xwe dane mizgeftan.
Îro li herêma Kobanê dengê azana mizgeftan û çekan tevlî hev bû. Tevî hemû hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ku ji 15’ê îlonê ve êrîşên xwe li dijî herêma Kobanê zêde kirine, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kobanê Enwer Muslim, wezîr û endamên hikûmetê, endamên saziyên civaka sivîl û bi sedan welatiyên bajarê ji berbangê ve ji bo nimêja Cejna Qurbanê bikin, bi çekên xwe berê xwe dane mizgeftên bajêr.
Piştî xutbe û nimêja Cejna Qurbanê hate kirin, Wezîrê Parastinê Esmet Hesen û Wezîrê Karûbarên Civakî Mehmûd Beşar axivîn û Cejna Qurbanê li hemû gelê Kurd, Umeta Îslamê û bi taybet şervanên YPG/YPJ’ê ku berxwedaneke dîrokî û bêhempa li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku kiriyarên qirêj di bin navê ola îslamê pêktînin, didin meşandin, pîroz kirin.
Di dawiya axaftinan de soz dan gelê Kurd ku dê berxwedana xwe li dijî hovîtiya çeteyan heta dawiyê berdewam bikin.
Li aliyekî din şer û pevçûnên di navbera berxwedêrên Kobanê li rex şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin. Çeteyên DAIŞ’ê bi tank û hemû cureyên çekan ji hersê aliyên Kobanê ve êrîşên xwe didomînin. Şervanên YPG’ê hemû êrîşên çeteyan têkşikandin û çeteyan di berxwedana hêzên YPG’ê de ziyanên giran dîtin.
RANIYA MIHEMED